Herî zêde jin li Çukurovayê tên qetilkirin 2016-08-18 09:13:24 EDENE (DÎHA) – Li gorî lêkolînan li Tirkiye jin heri zêde li herêma Çukurova tên qetilkirin û rastî tundiyê tên. Li gorî lêkolînan li Çukurovayê di 3 mehan de 10 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin û 9 jin jî rastî tundiya mêr a zayendî hatin. Li Tirkiye jin herî zêde rastî tundiya mêr tê û herî zêd ji aliyê mêr ve tên qetilkirin. Li gori lînan mehê 40 jin tên qetilkirin. Bi sedan jin jî rastî tundiya zayendî ya mêr tên. Herî zêde jî li herêma Mêrsîn û Edene jin rastî tundiya mêr tên û tên qetilkirin. Di meha gulanê de li Edene û Mêrsînê 9 jin rastî tundiya zayendî ya mêr hatin. Di meha hezîranê de li Edene, Antalya û Hatayê 6 jin hatin qetilkirin. Li Edene 5 jin rastî tundiya mêr a zeyendî hatin. 3 jin ji aliyê mêr ve hatin birîndarkirin. Di meha tîrmehê de jî tundiya li ser jinê berdewam kir. Li Edeneyê jî di vê mehê de jinek hat qetilkirin. Li Mêrsin û Burdurê jî di meha Tîrmehê de 2 jin ji aliyê mêr ve hat qetilkirin. Bi giştî li herêmê di 3 mehan de 10 jin ji aliyê mêr ve hatin qetikirin û 9 jin rastî tundiya mêr hatin. Endama Platforma Jinê Prz. Sevil Araci Bek, anî ziman ku li tevahiya Tirkiye tundiya li ser jinê zêde bûye û wiha got: "Mixabin di bergala Tirkiye de serdestiya zillam heye û her dem jin rastî tundiya mêr tên. Bek, da zanîn ku wekî jin li dijî tundiya li ser jinê tê meşandin têdikoşin û wiha got: "Bi taybetî sûcên tên kirin bi cezayê hindik tên bersivandin. Jin rastî îstîsmara zayendî tên û yên bertekê nîşanî vê yekê ten jî tên qetilkirin." Endama Platforma Jinê ya Edeneyê Feride Işil Peynircî jî anî ziman ku heta hişmendiya serdest a mêr hebe tundiya li hemberî jinê ji didome. Peynirci, xwest dewlet berpirsiyariya xwe pêk bine û jin jî bêtir xwe bi rêxistin bikin u li dijî hişmendiya mêr û dewletê têkoşîna xwe bilind bike. (mae)