Polîsan mudaxaleyî çalakiya dayikan kir 2016-08-17 15:19:51 AMED / WAN (DÎHA) - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên ku ji gelek bajarên Kurdistanê hatin Amedê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê piştî hewldana darbeyê jê agahî nayê girtin çalakî dan dastpêkirin. Parka ku dê nobet bê girtin ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û polîsan bi gefan dayik asteng kirin. Li Wanê jî dayikan piştî daxuyaniyê çalakî dan destpêkirin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên ji bo kampanyaya "Ez xwedî li Rêberê xwe axa xwe û azadiyê derdikevim" a bi pêşengiya KJA'yê hatiye destpêkirin de ji Amed, Sêrt, Êlih, Dîlok û Rihayê hatin li Sumerparka Amedê ji bo çalakiya "Nobeta azadiyê" ya 24 saetan hatin cem hev. Polîsan part dorpêç kirin û gotin dê desturê nedin çalakiyê. Dayikan ligel gefên polîsan bi beşdariya parlamenterên HDP'ê Sîbel Yîgîtalp û Dîlek Ocalan daxuyanî dan. 'Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe' Li ser navê dayikan Habîbe Dişkaya axivî û diyar kir ku ji Ocalan agahî nayê girtin, li Tirkiyeyê pêvajoya ku qatlîam heye tê jiyîn. Dişkaya anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan wan dixe fikaran. Dişkaya wiha got: "Ocalan di nava çar diwaran de têdikoşe. Em wekî dayîk ri riya wî de heta dawî ji bo aştiyê têbikoşin." Dema ku Dişkaya diaxivî polîsan mudaxale kirin û bi gotina "evqas bes e" kamera û wêne asteng kirin. Dayikan bi tîlîliyan ve nerazîbûnên xwe nîşan dan û dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Li Wanê nobeta 24 saetan Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê û KJA'yê li Parka Feqiyê Teyran di çarçoveya "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiyê derdikevim" de çalakiya nobetê ya 24 saetan da destpêkirin. Parlamenterên HDP'ê Bedîa Ozgokçe, Burcu Çelîk, rêveberên KJA, HDP û DBP'ê beşdarî daxuyaniya hat dayîn bûn. Li ser navê dayikan Dayika Aştiyê Zekiye Kaya axivî û wiha got: "Ji bo ku aştî pêk bê birêz Ocalan gavek avêt, lê çi heyf e ku dewleta tirk gav neavêt. Bila aştî bê vî welatî, çek bila bêdeng bin. Bila hemû dayik destên Dayikên Aştiyê bigirin. Xwîn neçareserî ye, çareserî di maseyê de ye." Parlamenter Ozgokçe jî got ku ew dixwazin ji Ocalan agahiyeki bigirin dixwazin daxuyaniyek bê dayîn, ji bo vê yekê jî dibe ku Heyeta Îmraliyê, parêzer an jî heyeteke serbixwe be dikarin biçin Îmraliyê. Ozgokte bal kişand li ser girtina rojnameya Ozgur Gundemê jî û diyar kir ku ligel hemû pêkûtiyan çapameniya azad dê dev ji rastiyan bernedin. Piştî daxuyaniyê jinan bi dirûşma "Em şer naxwazin, em aştî dixwazin" û tîlîliyan ve çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. (sa)