Jin dê li Stenbol û Edeneyê ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan 2016-08-14 16:52:29 STENBOL (DÎHA) - Hevparên KJA'yê di çarçoveya kampanya "Ez li Rêberê xwe axa xwe û azadiyê xwedî derdikevim" ku li Amedê da destpêkirin, li Stenbolê jî start dan. Li ser navê Koordînasyona KJA ya Stenbolê Besra Îşsever, diyar kir ku jinên Tirkiye ji bo pêşerojek azad dê bi hevre aniya demokrasiyê mezin bikin. Endamên KJA'yê dê li navçeya Seyhanê ya Edeneyê li ber avahiya Nûnertiya Taxa Barbarosê ya Seyhanê ji bo azadiya Ocalan çalakiya rûniştinê li dar bixin, Hevparên Kongreya Jinen Azad (KJA), piştê li Amedê starta kampanya "Ez li Rêberê xwe, axa xwe û azadiyê xwedî derdikevim" da, li Stenbolê jî bi daxuyaniyekê Starta kampanyayê da. Hevparên KJA'yê li salona konferansê ya HDP'ê ya Bagcilarê civîn hat lidarxistin. Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan, endama Koordînasyona KJA û Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek hevparên KJA'ê amade bûn. Ocalan xeta me ya sor e Jinan bi rêzgirtinê dest bi civînê kirin. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ji axaftinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk dihat hat pêşandan. Endama Meclîsa Aştiyê Zeynep Çalihan, diyar kir ku ew ji tendurîstî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi fikar in û wiha got: "Heta tcrîda li ser Rêberê me Ocalan bi dawî bibe em dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Azadiya Rêberême ji bo me xeta sor e. 'Heta em agahî ji Birêz Ocalan bistînin em dê le kolanan bin' Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan, diyar kir ku piştî wan bi Rêberê PKK'ê Ocalan re hevdîtin çêkir û şûnde heviyek mezin a aştiyê pêş ket û lê ev hevî ji aiyê îxtîdarê ve pûç bû. Buldan, xwest dîsa li mutabakata Dolmabahçe vegerin û lê hikûmetê ev daxwaza wan li ber çavan negirtiye. Em dixwazin li Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û Rojhilata navîn şer bi dawî bibe. Em dixwazin bi xwe azadiya xwe bi dest bixin. Ji 15'ê Tîrmehê heta niha em bi tu awayî agahiyê ji Ocalan nagirin. Ji bo terîda li ser Ocalan bi dawî bibe em dê hat dawî li qadan bin. Em soz didin ku heta agahiyek baş ji Ocalan bê girtin em dê li qadan bin. 'Heqîqeta ku jin mohtacê wê ne, demokrasî û azadî ye' Piştî axaftinan li ser navê KJA'yê Endama Koordînasyona KJA' ya Stenbolê Besra Îşsever daxuyaniya kampanya "Ez li Rêberê xwe Axa xwe û Azadiyê xwedî derdikevim" bi raya giştî re parve kir. Îşsever, anî ziman ku ew dixwazin di nava şert û mercên azad de muzakere bên kirin. Îşsever, anî ziman ku du berpirsiyar û muhatabê çareserye hene û wiha got: "Kurd "û tirk muhatab in. Li ser vî esasê ku ev şensa tawî ya dîrokî ye em vê kampanyayê didin destpêkirin. Em dixwazin bi vê kampanyayê dîsa pêvajoya aştiyê bidin destpêkirin. Em dibêjin ji bo jinan tişta herî muhîm azadî û demokrasiye. Heta em azadiya Serokê xwe bi dest bixin em dê li qadan bin.Em bang li hemû jinan dikin û dibêjni werin em bi hevre azadiya xwe bi dest bixin û em pergala demokrasiyê ava bikikn. İşsever, da zanîn ku ew dê heta 1'ê ÎLonê civînên gel pêk bînin û her çivînekê wekî çalakiyê bigirin dest. İşsever, da zanîn ku ew dê kolan bi kolan, tax bi tax û navçe bi navçe li her derê civînan pêkbînin û her derêbikin çalakî. İşsever, xwest ku çalakiyên nobeta Dayikên Aştiyê bêtir xurt pêk bê û di meha cotmehê de bi şîara "Ez li Rêberê xwe axa xwe û azadiyê xwedî derdikevim" mîtînga jinê pêk bînin. Dîsa ji bo azadiya Ocalan dê 100 hezar îmze kom bikin û ji CPT'ê re bişînin. EDENE/MERSÎN Endama Kordînasyona KJA'yê û Hevseroka HDP'ê ya SEyhanê Suzan Kiliç diyar kir ku heta ji Ocalan agahî bigirin dê li qadan bin û qadan neterikînin. Kiliç bilêv kir ku ew ê starta çalakiya rûniştinê sibehê li Taxa Barbarosê bidin û li gelek taxên Edeneyê çalakiyên xwe bidomînin. Kiliç xwest hemû jin bi rengên xwe ve di berxwedanê de cihê xwe bigirin û xwedî li bangawaziyê derkevin, li dijî darbe, qatlîam û tecrîdê li qadan bin. 'Ya ku dikev li ser milê me xurtikirina çalakiyan e' Li Mêrsînê jî jin dê beşdarî çalakiyên nobetê yên jibo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin bibin. Emîne Eren diyar kir ku ew tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin û dê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin. Eren wiha got: "Divê jin ji bo Rêbertiyê li qadan bin." Mesude Şahîn jî anî ziman ku ew ê weke jin kampanyaya ku KJA'yê daye destpêkirin xurt bikin û wiha axivî: "Divê jin li hemû qadan ji bo azadiya Rêbertiyê têbikoşin. Ya ku dikeve li ser milê me xurtkirina çalakiyan e." (sa/mae)