Xebatên ‘Kooperatîfa Keda Jinê’ dest pê kir 2016-08-13 09:11:12 WAN (DÎHA) - Şaredariya Elbakê, di bin banê Kooperatîfa Keda Jinê de dest bi perwerdehiyên atolyeya jinê kir.Hevşaredara Elbakê Aynur Tarhan diyar kir ku jin bi koperatîfê ve girêdayî kesekî nebin û bikaribin li ser piyên xwe bisekinin. Li Elbaka Wanê di bin baneya Kooperatîfa Keda Jinê ku girêdayê Şaredariya Elbakê ye bi 3 mamoste û 20 xwendekaran atolyeya perwerdehiyê hat destpêkirin. Li ser eraziya 3500 metrekare ku xebatên atolyeyê hat destpêkirin, dê jin tesarim, xêzkirin, dirûtin, lihêf, balîf û nevresiman çêbikin. Her wiha dê perwerdehiya dirûtina cilên kurdî, dirşî û çêkirina dimsê jî bê dayîn. Her wiha ji jinên ku xwendin û nivisandina wan tune ye re jî dersên xwendin û nivisandinê bên dayîn. Her wiha bi zarokên ku jinên tên kooperatîfê re jî lîstkikên ku wan perwerde bikin bên lîstin. Her wiha dê tiştên ku bi keda jinan derkeve holê jî li bazaran bên firotin. Dê jin karibin berhemên ku afirandine li Hana Kar a Jinê bifiroşin. Kooperatîfa ku her tim ji aliyê Hevşaredariya Elbaka Wanê Aynur Tarhan û endamên meclisê ve tên ziyaretkirin bûye çavkaniya hêviyê. Tarhan anî ziman ku bêyî ku jin bi zilaman re bên girêdan dê bikaribin li ser lîngên xwe rawestin û wiha got: "Armanca me ew e ku em pirsgirêkên ku bi salan in jin dijîn ji holê rabikin. Em li Kooperatîfê di şert û mercên herî baş de perwerdehiyê didin. Hemû jin dikarin bên perwerde bibînin û dê van perwerdehiyên me bê pere bin." (go)