Uca: Bila kes bi agir nelîze 2016-08-09 18:29:04 AMED (DÎHA) - Wekîla HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, di çarçoveya kampanya KJA'yê ya li dijî tecrida Ocalan daye destpêkirin de bi jinên Çinarê re civîn pêk anî. Uca, di civînê de diyar kir ku Ocalan xeta wan a sor e û wiha got: "Bila kes bi agir nelîze. Ew jî dê bişewitin." Kampanya Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi şîara "Em li ax, rêber û azadiyaxwe xwedî derkevin" bi civînên gel li tax û navçeyan belav dibe. KJA'yê di çarçoveya kampanyayê de li navçeya Çinarê ya Amedê bi jinan re civîn pêk anî. Civîn li avahiya DBP'ê ya Çinarê pêk hat. Wekîla HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer, hevseroka DBP'a Çinarê Hayat Akyol û bi sedan jin amade bûn. Hevseroka DBP'ê ya Çinarê Hayat Akyol li ser girîngî û wateya kampanyayê rawestiya. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer, anî ziman ku çi dibe bila bibe gelê kurd dê bi têkoşîna xwe rê li pêş vî şerî rawestînin. Wekîla HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca jî xwest her kes baş zanibe ku Ocalan xeta wan a sor û xwest kes bi agir nelîze. Uca, da zanin ku ew dê heta dawî ji bo azadiya Ocalan têbikoşin. Piştî axaftinan ji bo civîna nobetê ya li Parka Nûjiyan ku saet di navbera 19.00 û 22.00'an de pêk bê banga tevlêbunê hat kirin. (mae)