Di 7 mehên destpêka salê de hezar 49 karker jiyana xwe ji dest da 2016-08-03 14:11:22 Di 7 mehên destpêka salê de hezar 49 karker jiyana xwe ji dest da ENQERE (DÎHA) - Rapora meha tîrmehê ya mirinên kar ji hêla ÎSÎG'ê ve hat aşkerakirin. Li gorî raporê di meha tîrmehê de 133, di 7 mehên salê de hezar 49 karkerî jiyana xwe ji dest daye. Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya mirinên kar a meha tîrmehê aşkera kir. Li gorî raporê di meha tîrmehê de 133 karkerî jiyana xwe ji dest daye, di 7 mehên salê de hezar 49 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Ji 133 karkerên di meha tîrmehê de jiyana xwe ji dest dane, 107 kedkar di statuya memûr û karkeran de dixebite, 20 ji wan jî ji cotkar, xwdiyên axê û 6 ji wan esnaf û 26 ji wan jî li gorî hesabên xwe dixebitin. (ms)