HDP: Em ê qadan ji nijadperestan re nehêlin 2016-07-18 17:08:30 ENQERE (DÎHA) - Berpirsyarê Rêxistinkirinê û Alîkarê Hevserokên HDP'ê Nadir Yildirim, diyar kir ku AKP'ê hewldana derbeyê veguherandiye derfetê, ji bo "nijadperest-faşîstan" qadan diafirîne û ev hêzên nijadperest di serî de kurd û elewî, êrîşî hemû beşên civakê dike. Berpirsyarê Rêxistinkirinê û Alîkarê Hevserokên HDP'ê Nadir Yildirim, der barê hewldana derbeyê û geşedanên piştî derbeyê derketine pêş de nirxandin kir. Yildirim aşkera kir ku ev saleke li Tirkiyeyê mekanîka derbeyê tê bi rêvebirin, bi taybetî piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê ev mudaxaleyek hatiye kirin, dîsa mudaxaleya li hemberî vîna gel bi serê xwe derbeyek e. Yildirim da zanîn ku hewldana derbeyê wekî li hemberî rêveberiya demokrasiyê û dewletê pêk hatiye didin nîşan û ev tişt got: "Divê dev ji vê hişmendiyê bê berdan. Berovajiyê wê dê derbeya di 7'ê Hezîranê de hat kirin bê bi encam kirin." 'Dixwazin xwe bi sazî bikin' Yildirim bi lêv kir ku hêj pêvajoya derbeyê nehatiye fêmkirin û ji bo wê jî HDP'ê pêşniyara divê lêkolîn bê kirin daye meclisê, lê ev hatiye redkirin. Yilsirim got ku ev jî buye sedema fikaran û wiha axivî: "Ya rast bi gelek aliyên xwe ve bi kumpasan an jî bi hin lîstikên cuda derbeyek hatiye afirandin. Di serî de Erdogan û hin saziyên hikûmet û dewletê ji vê hewldanê agahdar bûn." Yildirim aşkera kir ku ew wekî HDP û tevgera kurd li hemberî hemû derbeyan in û ev tişt got: "Rêxistina herî rewşa wê zelal rêxistina me ye. Em dizanin her du alî jî derbekar in, em dijî herdu derbeyan in. Em tevgereke demokrasîk û azadîxwazin û wekheviyê diparêzin." 'Divê em hemû tedbîrên xwe bigirin' Yildirin bal kişand ser kesên li hemberî derbeyê derketine qadan jî û aşkera kir ku girtina qadan a ji hêla van koman ve xetere ye û wiha pêde çû: "Em gelê xwe hişyar dikin. Divê em tevdîrên xwe bigirin. Ji ber ku mirov derdikevin û dibêjin 'çekan bidin me.' Serokomarê welat diyar dike ku 'bêguman em dê çekan bidin we.' Ev tê vê wateyê; Ey alîgirên AKP'ê ji xwe gelek komên çete hatine bi çek kirin. Ev hişmendî gelekî xeter e." 'Amadekariya êrîşan tê kirin' Yildirim da zanîn bi taybetî li hemberî jîngehên elewiyan êrîş tên meşandin û wiha axivî: "Ev çend roj in li hemberî jîngehên elewiyan êrîşên cidî tên kirin. Li Semsûr, Meletî û Hatayê ev êrîş pêk hatin. Ev jî wê dide nîşan, heke kaos bê kûrkirin, dê êrîşên li hemberî elewî, kurd, demokrat, sosyalîst û heta lîberalan zêde bin. Ev amadekariya êrîşekî ye." Dê kuçe ji çeteyan re neyên hiştin Yildirim got "Lê mêze kin hin komên çete sedî 0.1 deng nastînin di nava çend rojan de kolan veguherandin terorê. Divê em wekî gel û partî hêj bi ewlehî nêzî vê yekê bin. Dixwazin qadên li Kurdistanê jî teslîm bigirin. Em wekî gel em ê teqes destûrê nedin vê yekê." (ms)