Erdogan ji Rûsyayê lêborîn xwest 2016-06-27 17:08:16 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskovî ragihand ku Erdogan ji bo xistina balafira rûs Su-F16'yê û kuştina pîlotê rûsî lêborîn ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putinî xwestiye. Serokomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan ji ber xistina balafira şer û ji ber kuştina pîlotê rûsî lêborîn ji Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putîn xwest. Li gorî agahiyên ku Peskovî dane, Erdoganî peyama sersaxiyê ji bo kuştina pîlotê rûsî bi kar aniye û gotinên wekî "ez lêborînê dixwazin" bi kar aniye. Berdevkê Kremlinê diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê gotiye ku wî her dem Rûsya wek dost û hevkarekî stratejîk dîtiye û qet nexwestiye ku balafira rûsî bê xistin. Her wiha nameya lêborînxwestina Erdogan, normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re û berdana Alparslan Çelikî yê ku bi kuştina pîlotê rûsî tê tawanbarkirin, di heman rojê de çêbûn. (ms)