35 sal in bê nasname ye 2016-06-14 12:58:51 ÎZMÎR (DÎHA) - Necla Halîl a ku di 13 saliya xwe de ji bo zewacê anîn Tirkiyeyê ev 35 sal in bê nasname di nav şertên sirgûnê de dijî. Halîl da zanîn ku di demên dawî de jî ji bo wergirtine nasnameyê serlêdan kirine lê bersiva "Aramiya me xira nekin, biçin Sûriyeyê" hatiye dayîn. Welatiya Rojavayî ya bi navê Necla Halîl (48) ku li taxa Kadîfekale ya navçeya Konaka Îzmîrê dijî, li gel ku ev 35 sal in li Tirkiyeyê ye hê jî bê nasname ye. Halîl 35 sal berê di 13 saliya xwe de ji bajarê Amûdê di temenê biçûk de ji bo zewacê tînin Mêrdînê û ji wê rojê ve ye di nav jiyana sirgûnê de ye. Halîl, 35 sal in hem ji aliyê dewletê ve hem ji aliyê hevserê xwe ve tê mexdûr kirin. Du zarokên Halîl hene û yek ji zarokên wê M.T. jî bê nasname ye. Halîl, piştî ku ji Mêrdînê koçî Îzmîrê dibe, ji bo li 2 zarokên xwe binêre şev û roj di zeviyan de dixebite. Li ser vê zehmetiyê, ji malbata xwe dûr û bê nasname bi salan rastî tundiya hevserê xwe jî tê. Gelek caran hatin binçavkirin Dayik Halîl û kurê wê M.T. ji ber ku bê nasname ne ji hemû mafên civakî bêpar in û gelek caran ji aliyê polîsan ve tên binçavkirin. M.T. bêyî nasnameyê heya pola 5'emîn dixwîne lê pişt re ji dibistanê tê dûrxistin. M.T. ji ber ku bê nasnameya gelek caran rastî zextên polîsan û sixûriyê hatiye. 'Ji hemû mafan bêpar in' Necla Halîl da zanîn ku ji bo nasname bigire, wê peywirê daye parêzerek lê ew jî piştî 5 hezar TL pere girtiye xwe ji dozê kişandiye. Halîl wiha rewşa xwe anî ziman: "Mafên min ên tenduristî û gerê her dem hate astengkirni. Ji ber ku nasnameya min tune ye her carê rastî neheqiyan hatin. Heqê keda xwe jî nagirim. Ez bê nasname jiyana koletiyê dijîm." Bersiva serlêdanê: Vegerin Sûriyeyê Dayik û kurê wê ji bo wergirtina nasnameyê çend caran dikevin nav hewldanê lê serlêdana wan a dawî ya ji Şaxa Biyaniyan a Îzmîrê bi gotinên "Aramiya me xira dibe, vegerin Suriyê" tê bersivandin. Halîl destnîşan kir ku diviya piştî 5 salan nasnanema ji wan re bihata dayîn lê ev 35 sal in bê nasname ne û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Bila jin bixebitin û li ser piyan bin. Bila baweriya xwe bi mêran neynin û nezewicin." (sy)