Tûrîzma Antalyayê ji sedî 60 felç bû 2016-05-04 09:10:09 ANTALYA (DÎHA) – Şerê li Tirkiyeyê didome bandora neyînî li ser turîzmê kir. Ji ber şerê heyî hêjmara tûrîstên bajarên Akdenîz û Egeyê ziyaret dikin gelek kêm bû. Li Antalyayê hêjmara tûrîstan ji sedî 60 daket. li Kemerê kolan û plaj xalî û bêdeng in. Îsal li gorî sala borî hêjmara tûrîstên tên Tirkiyeyê gelek kêm bûn. Ji ber şerê li Kurdistanê û teqînên li nava Enqere, Stenbol û bajarên din tûrîst Tirkiye ewle nabînin û nayên Tirkiyeyê. Li Antalya ku wekî navenda turîzmê tê zanîn îsal di meha Adar û Nîsanê de hêjmar ji sedî 60 daket û tûrîzm pûç kir. Li Antalyayê îsal li gorî sala par heta niha ji sedî 22 û di hema Adar-Nîsanê de jî ji sedî 60 pûç bû. Ji ber ku îsal hêj turîst nehatiye nava bajarê Alanya û Kemer bêdeng in. Her wiha plajên wê jî xalî û vala ne. Otel erzan bûn Personelê otelê Mehmet Taşoglu, diyar kir ku isal li Kemer û Alanya tûrîzm pûç bûye û tûrist tune ne. Taşoglu, anî ziman ku îsal meha adard û nîsanê li gorî sala borî ji sedî 60 pûç bûye. Taşoglu, destnîşan kir ku turîst bi tirsa teqinê tûrîst nayên û ji ber turist tune buhayê otelan jî erzan bûye. Turizmvan Selahattin Işik jî anî ziman ku li Tirkiyeyê turîsm xelas bûye û wiha got: "Şîrketên balafiran bi 3-5 lirayan rêwiyan bar dike. Li welatê ku her roj bombe dideqin kî dê bê.?" (mae)