Li Bexdayê leşkerên tirk hatin protestokirin 2015-12-12 17:46:08 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Bi hezaran kesên ku li paytexta Iraqê, Bexdatê civiyan ji Tirkiyeyê daxwaz kirin ku leşkerên xwe ji Musilê vekişîne. Li paytexta Iraqê Bexdatê, li hemberî leşkerên tirk ên li Musilê çalakiya protestoyê hate lidarxistin. Bi hezaran kesên ku tevlî çalakiya li Qada Tahrîrê bûn, bang li Tirkiyeyê kirin ku leşkerîn xwe vekişîne. Di çalakiyê de, li hemberî Tirkiye dirûşme hatin berzkirin û alên Tirkiyeyê hatin şewitandin. Di çalakiyê de, hêzên ewlehiyê yên Iraqî tedbîrên berfireh girtin û helîkopter jî ba alên Iraqê firiyan. Rêberê Tevgera Bedîr Hadî Amîrî di çalakiyê de ji girseyê re axivî û got "Emê li hemberî hemû projeyên ku desthilatdariya Iraqê hedef digire, têkoşînê bimeşînin." (sy)