Di Cotmehê de 143 karkeran di qezayan de jiyana xwe ji dest dan 2015-11-10 13:44:12 STENBOL (DÎHA) - Komîsyona Jîngeha Xebatê ya ÎHD'ê rapora cotmehê ya qezayên kar aşkere kir û diyar kir ku di cotmehê de 143 karkeran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane. Komîsyona Jîngeha Xebatê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, têkildarî qezayên kar li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Endamên Komisyona Jîngeha Xebatê ya ÎHD'ê Osman Ozkan daxuyanî da. Ozkan, diyar kir ku karker, bê ewlehî, bê mafê parastinê û bêyî heq û hiqûqê di nava şert û mercên giran de dixebitin. Ozkan, da zanîn ku Meclîsa ÎSÎG'ê di Cotmehê de 143 karkeran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane. (mae)