Hilberîner jî kedkar jî bi gazinc in! 2015-08-13 09:05:24 AMED (DÎHA) - Li Bismîlê jin di bin germa havînê de li zeviyên firingiyan de 12 saetan dixebitin, debara malbata xwe dikin, hilberînerên ku kaseyek firingî 4 TL'î difiroşin dibêjin zirar dikin. Li navçeya Bismilê ya Amedê jinên ku rojê di bin germa 50 dereceyî de li zeviyên firingiyan de dixebitin û bi 30 TL ê ku digirin ve hewl didin debara malbatên xwe bikin. Firingiyê ku li bazar û marketan kîloyekî wî yek TL'î tê firotin, kaseya wî ya 20 kîloyî tedê 4 TL'î li zeviyan tê firotin. Jinên kedkar ji ber ku heqdestên xwe nagirin bi gazinc in, hilberîner jî ji ber ku zirarê dikin bi gazinc in. Karkerên çandiniyê ku ji ber germa zêde rûyên xwe digirin diyar kirin ku ji ber germê dem bi dem nexweş jî dikevin. Jinan bi navê Şukran Ozguç diyar kir ku salê tenê du mehan di zeviyê de dixebitin û wiha axivî: "Rojê 12 saetan di bin germa zêde de ji bo 30 TL'î dixebitin. Ji ber ku em nikarin kar bibînin mecbûr diminîn di zeviyê de dixebitin." Sedema xizaniyê koçberiya salên 90'an e Fehîme Ete jî destnîşan kir ku berê di zeviyên pembo de xebitîne û heqdestên karkerên çandiniyê tê xwarin. Ete bilêv kir ku serçawişên karkeran serê sibehê heta êvarê di bin sihê de disekinin û ji bo her karkerekî 5 TL'î digirin. Ete got ku serçawişê karkeran ku ji xwediyê kar de heqê xwe digire careke din ji karkeran jî pere girtin neheqî ye. Ete anî ziman ku sedema xizaniye li herêmê koçberiya salên 90'an e û ev tişt anî ziman: "Sedama xebata me ya li vir encama şerê salên 90'an e. Nîzama hemû kesan hebû. Zevî, karekî ku bikin hebû." Dayika wekî navê xwe ye! Bedîa Gokalp jî got ku ji ber ku kareke din tuneye di zeviyên firingiyan de dixebitin û ji ber xwedan û germe carna nikarin bêhna xwe jî bigirin. Gokalp a ku dayika 10 zarokan e wiha axivî: "Em salê 3 mehan bi zarokan re dixebitin û 9 mehan jî li malê ne. Ji ber ku li herêmê qada kar tuneye em mecbûr dimînin li zeviyan de bixebitin." Dayika bi navê Xemê (65) a ku navê xwe wekî ji derd û xemginiyên ku dijîn girtiye got ku ji ber ku di bin germa 50 dereceyî de dixebitin gelek caran ji xwe ve diçe. Dayika Xemê wiha got: "Roja borî dema min firingî kom dikir ez ji xwe ve çûm. Ji ber ku nikarim kar bikin av û pêdiviyên karkeran tînim." Kaseya firingiyan a 20 kîlo 4 TL ye Ji ber şertên heyî ne tenê jinên kedkar, hilberîner jî bi gazinc in. Hilberîner Vejdî Gokalp diyar kir ku ji firingiyên ku dikirin zirarê dikin û nikarin heqê karkeran jî bidin. Gokalp wiha got: "Me ev zevî kirê kir. Nêzî 100 hezar TL mesrefa me çêbû. Heta niha me mesrefên xwe dernexistiye. Kaseyekî firingiyan a 20 kîloyî tenê 4 TL'î difiroşin. Ev kasa zivistanê 50 TL ye. Lê niha qet pere nake Êdî em zirarê dikin." Gokalp da zanîn ku yên ku ji firingiyan kar dikin serevanên ku zivistanê firingiyan buha difiroşin in û ev tişt anî ziman: "Em 300 kase firingî tenê hezar TL'î difiroşin. Dema ku em lêçûnan derdixin gelek zirar dikin. Keda me diçe ber avê. Em li zeviyê bihêlin nabe, em ê nizanin ka çi bikin." (sa)