Pirtûkxaneya Abdulsamet Çelîk li benda pirtûkan e 2015-03-03 09:17:50 EVRÎM KEPENEK ÎZMÎR (DÎHA) - Ciwanên endamên Meclîsa HDP'ê ya Karabaglar ji bo bîranîna Abdulsamet Çelîk ê ku piştî ji girtîgehê derket û pişt re jiyana xwe ji dest da Pirtûkxane û Navenda Ciwanan hate avakirin. Ji bo pirtûkxaneya ku Di rojên pêş de bê vekirin, banga piştgiriya pirtûkan hate kirin. Endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê yên Karabaglarê ji bo bîranîna girtiyê nexweş Abdulsamet ê ku piştî ji Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê dert û pişt re jiyana xwe ji dest da dest bi tevgerê kirin. Ciwanên li taxa Eskî Çamlik a navçeya Karabaglarê hatin cem hev avahiya temîr kirin û Pirtûkxane û Navenda Çandê ya Ciwanan a Abdulsamet Çelîk ava kirin. Endama Meclîsaê Dîlan Yetîşmîş têkildarî xebatan da agahî dan û diyar kir ku Çelîk nêzî 20 salan di girtîgehê de ma û ji têkoşîna xwe tu gav paşve navêtin û wiha got: "Navê Çelîk li Îzmîrê di pirtûkxane û Navenda Ciwana de bidin jiyandin ji bo me rûmetek e." Yetîşmîş anî ziman ku nêzî 2 mehan temîra avahiyê kirin û wiha axivî: "Em avahiya xwe vegêrandin Navenda Ciwanan. Niha dor a derdorên baldar e. Pirtûkxaneya me li benda pirtûkan e." Banga piştgiriya pirtûkan Endamê Meclîsê Murat Kiliç jî diyar kir ku li Karabaglarê bi taybet ji bo ciwanên kurd bi polîtîkayê re eleqedar nebin hînî tiryakê dikin û wiha got: "Pêşniyar navenda ciwanan ji vir derket. Em xwest ji bo ciwanan ji hînbûyiyên nebaş dûr bigirin tiştekî bikin. Berê pêşniyara navenda çandê û pişt re pirtûkxane hate bîra me. Me demek dirêj xebat kir. Rojên pêşiya me de em dê vekirina wê bikin. Em bang li hemû derdorên baldar dikin piştgiriya pirtûkan ji pirtûkxaneya me re bikin." Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Karabaglar Dîlek Akyan jî diyar kir ku ew dê vekirina Pirtûkxane û Navenda Çandê ya Ciwanan a Abdulsamet Çelîk di 15'ê adarê de bikin û xwest ku hemu kes tevlî vekirinê bibe û wiha got: "Ji bo pirtûkxaneyê em bang li hemû cîhanê dikin. Ev pirtûkxane ji bo me girîng e. Ji kerama xwe re pirtûkan bişînin." (bd)