RSF: Îran girtîgeha rojnamevanên jin e 2014-07-30 11:20:51 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF), diyar kir ku li Îranê 65 rojnamevan di girtîgehan de ne û ji vana jî 10 jin in. RSF, destnîşan kir ku li gorî vê yekê Îran girtîgeha herî mezin a rojnamevanên jin e. RSF’ê têkildarî rapora Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê 2014 ku dîsa ji aliyê RSF’ê ve hatiye amadekirin a derbarê girtina rojnamegeran de di malpera xwe ya fermî de daxuyanî dan. Li gorî vê raporê Îran di warê azadiya agahiyê de yek ji welatên herî zordar a cîhanê ye. Îran di nava 180 welatan de di rêza 173’yan de tê. Di raporê de tê destnîşankirin ku li Îranê 65 rojnamevan di girtîgehan de ne û ji wan jê 10 jin in. Di nava rojnamevanên jin ê girtî de nûçegihanên Washington Post, rojnamevanên îngilîz û fransî jî hene. Bi vê yêkê Îran dibe girtîgeha herî mezin a rojnamevanên jin a cîhanê. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku di serdema Serokomarê Îranê yê nû Hesen Ruhanî ya selekê de 25 rojnamevan û 14 saziyên çapemeniyê hatin kirin. Di raporê de hate xwestin ku Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî sozên xwe yên di hilbijartinê de dayîn bi cih bîne û rojnamegerên girtî berbide. (bd)