'Turnuvaya futbolê ya lîg Amedê' bi dawî bû 2014-05-23 14:46:16 AMED (DÎHA) - “Tûrnûvaya Futbolê ya Lîg Amedê" ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve hate amadekirin bi maça fînalê bi dawî bû. Şaredariya Peyasê her bi navê "Tûrnûvaya Futbolê ya Lîg Amed" li dar dixe. Turnuva bi tevlîbûna 30 tîman ku ji 3 koman pêktê bi maça fînalê bi dawî bû. Piştî maça fînalê ji bo kupayên tîman bên dayî merasîm hate amadekirin. Cîgirê Şaredariya Peyasê Îhsan Avci, Serokê Komeleya Antrenorên Futbulê yê Tirkiyê (TÛFAD) Samet Karataş, Serokê Federasyona Qulubên Werzîşê yên Amator (ASKF) Remzi Dayan, sporvan û malbatên wan tevlî merasî bûn. Di merasîma kûpadayinê de Cîgirê Serokê Şaredariya Peyasê Îhsan Avci axivî û got; "Ev 8 sal e bi aktîvîtayên bi vî rengî dixwazin di werzîşê de felsefeyek û nêrînek nû biafirînin. Piştî axaftinan 3 komên ku bi serketine bi merasîmek kûpayên wan wergirtin. (mp/bd)