Tura ber bi aştiyê a bisîkletê li Amedê ye 2013-05-29 18:05:43 AMED (DÎHA) - Sporvanên Tîma Bisîkletê ya Atîlla û Komeleya Klûba Sporê ya Pêşxistina Çanda Bisîkletê, bi boneya "Tura Ber Bi Aştîyê ya Bisîkletê” ku ji Stenbolê dan destpêkirin hate Serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Sporvanên Tîma Bisîkletê ya Atîlla û Komeleya Klûba Sporê ya Pêşxistina Çanda Bisîkletê, bi boneya "Tura Ber Bi Aştîyê ya Bisîkletê” ku ji Stenbolê dan destpêkirin hate Serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Bisîklêtajoyên Tîma Bisîkletê ya Atîlla û Komeleya Klûba Sporê ya Pêşxistina Çanda Bisîkletê, bi boneya ‘Tura Ber Bi Aştiyê ya Bisîkletê” hatin serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û ji aliyê Şêwirmendê Şaredar Îlhan Dîken, Sekreterê Giştî Fahrettin Çagdaş û Seroka Daîreya Karên Civakî Semra Kiratli ve hatin pêşwazîkirin. Bisîkletajoyên ku bi mebesta piştgiriya bi pêvajoyê, li zarokên bêkes ên Amed û Mêrdînê bisîkletan belav bikin û di vî warî de hestyariyê pêk bînin xwe dan rê, di çavçoveya Tura Bisîkletê ya Stenbol-Amed-Mêrdînê de hatin Amedê. Sporlîzan 70 bisîklet dayari zarokên Amedê kirin Serkêşê Tîma Bisîkletê ya Atîlla Atîlla Altay da zanîn ku li ser riya tê re hatine eleqeyeke germ li hemberî wan hatiye nîşandayîn û weha got, “Em vê pêvajoyê ji bo gelê xwe û dewleta xwe baş dibînin. Divê hunermend, sporlîz, saziyên civaka sivîl piştgiriya vê pêvajoyê bikin.” Rawêjkarê Şaredar Îlhan Dîken mêvan bi gulan pêşwazî kirin û kêfxweşiya xwe bi vê serdanê anî ziman. Dîken weha axivî, “Bi saya we dê zarokên vî bajarî yên hîç bisîklet neajotiye jî bibin xwedî bisîklet.” Dîken, bal kişand ser zarokên dê û bavê wan girtî û behsa girîngiya pêngavên weha kir. Sekreterê Giştî Fahrettin Çagdaş jî li ser xebatên şaredariyê yên sportîf axivî û derbarê perspektîfa xwe de agahî bi mêvanan re parve kirin. Çagdaş, destnîşan kir ku ew ji bo zarokan jî xebatên sportîf dimeşînin. Piştî axaftinan, mêvanan 70 bisîklet ji bo ku bidine zarokên malbatên hejar û destteng radestî Seroka Daîreya Karên Civakî Semra Kiratli kirin. (mae)