Kurdek bû şampiyonê cîhanê 2012-09-20 16:29:12 AMED (DÎHA) - Gulaşvanê Zendê yê Netewî yê Amedî Mehmet Çetînkaya, di Şampiyonaya Cîhanê ya Gulaşa Zendê de bû yekemîn. Di navbera 10-17'ê îlonê de, li Bajarê Sao Vicente ya li Eyaleta Sao Paulo ya Brezîlyayê 34. Şampiyonaya Cîhanê ya Gulaşa Zendê hat lidarxistin. Gulaşvanê Zendê yê Netewî yê Amedî Mehmet Çetînkaya ku kurd e, di şampiyonayê de bi 55 kîloyan madalyaya zêr stend û bû yekemîn. Ji 42 welatan 600 werzîşvan tevlî şampiyonayê bûn. Çetînkaya diyar kir ku musabeqeyên gelek tund çêbûne û wiha got: "12 werzîşvanên hêza wan wek ya min hebûn. Min hemû têk birin. Gelek kêfxweş im ku min ev madalya bi Tirkiyê û Amedê daye qezenckirin." Çetînkaya da zanîn ku beriya niha 9 car bûye şampiyonê Tirkiyê, 3 car jî bûye şampiyonê Ewropayê. Mehmet Çetinkaya, nêzî 3 meh beriya niha di Şampiyonaya Ewropayê ya li Polonyayê hate lidarxistin de, bû 3'yemîn. (mae)