DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

19:40 28/9/2016
 
Ozgen: Paşda gav avêtin di rojeva de nîne
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen diyar kir ku ji ber wan serî li hember êrîşan netewandiye êrîş li ser wan zêde bûne û got ku li gel hemû êrîşan dê çalakiyên xwe pêk bînin û paşde gav avêtin di rojeva wan de nîne.
17:51 28/9/2016
 
Demîrê ku cara duyemîn hat binçavkirin, hat girtin
Li Giyadînê Ferhat Demîrê ku di nav 4 rojan de 2 caran hat binaçvkirin, hat girtin.
17:49 28/9/2016
 
Elmasê YPS'yî li gundê xwe yî li sînorê Kobaniyê hat definkirin
-Cenazeyê Îbrahîm Elmas (Laşer Sûrûç) ê YPS'yî yê ku di 22'yê îlonê de di pevçûna li Dêrika Mêrdînê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê li gundê xwe yê li sînorê Kobaniyê hat definkirin.
16:17 28/9/2016
 
Akademiya alternatîf hat vekirin
- Akademîsyenên ku ji ber belavoka aştiyê îmze kirin ji kar hatin avêtin Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê vekirin. Doç. Dr. Asli Kayhan di merasîma vekirinê de axivî û diyar kir ku zanîngeh bûne girtîgehên vekirî.
16:12 28/9/2016
 
Dayikên Aşitiyê: Em jî wekî Kolombiyayê dikarin aşitiyê pêk bînin
Dayikên Aşitiyê yên ku li ber Qesra Dolmabahçeyê hatin gel hev, balê kişandin ser peymana di navbera Kolombiya û FARC'ê de hat îmzakirin û wiha got, "Heke em dest bidin hevdu em dê aşitiyê pêk bînin."
16:12 28/9/2016
 
Li şûna endamên meclîsa Şaredariya Erxeniyî qeyûm hat tayînkirin
Li Erxeniyê li şûna Hevşaredar Aygun Taşkinê ku girtiye û 2 endamên meclîsa şaredariya DBP'î qeyûm hat tayînkirin.
15:11 28/9/2016
 
Polîsan deriyê malê şikand
Tîmên taybet deriyê mala Midûrê Karê Nivîsê yê Şaredariya Cizîrê Metîn Findik ku heyameke ji xanî derketî şikand.
15:04 28/9/2016
 
Qeyûm ji ÎŞ-KUR'ê 100 karker xwest
Hat hînbûn ku qeyûma Şaredariya Sûrê 100 karker ji ÎŞ-KUR'ê xwestiye.
14:23 28/9/2016
 
Kedkarên perwerdehiyê li dijî dûrxistina ji kar meşiyan
Kedkarên perwerdehiyê li Altinozuyê, li dijî pêkanînên ji dûrxistina ji kar meşiyan.
14:22 28/9/2016
 
'Em dixwazin OHAL bê rakirin'
Hevserokê ÎHD'ê ya Rihayê Atîlla Yazar di civîna çapemeniyê ya ji bo rakirina OHAL'ê de got ku ew wekî welatiyên ku xwedî maf û azadiyan dedikevin dixwazin OHAL bê rakirin.
13:44 28/9/2016
 
Cenazeyê Elmas ê YPS'î hat wergirtin
Cenazeyê Îbrahîm Elmas (Laşer Suruç) ê YPS'î yê li Dêrikê jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve hat wergirtin.
12:59 28/9/2016
 
Li navçeya tune kirin Fakulteya Parastina Hebûnên Çandî vedikin!
Lİ navçeya Heskîfa dîrokî ku dê bi çêkirine Bendava Ilisuyê ve di bin avê de bimîne Fakulteya Parastina Hebûnê Çandî û Navenda Çandê bê vekirin.
12:56 28/9/2016
 
Malbata Ataş serî li walîtiyê da
Malbata Ataş, bo cenazeyê keça xwe Eylem Ataş bînin Edeneyê, vê carê serî li walîtiyê dan.
12:53 28/9/2016
 
Wêneyên balafira ket hat parvekirin
Parçeyên balafira li herêma Garê ji ber sedemeke ne diyar ket xwarê, hatin dîtin. Cihê ku balafir lê ket, ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hat bombekirin.
12:52 28/9/2016
 
Nûçegîhanên Rojnameya Evrenselê hatin binçavkirin
Nûçegîhanên Rojnameya Evrenselê Eren Ergîne û Cûmalî Kaya, di dema şopandina nûçeyan de hatin binçavkirin.
11:41 28/9/2016
 
Li Cizîrê welatiyek hat binçavkirin
Li Cizîrê şevê din tîmên taybet bi gelek wesayîtên zirxî ser mala Abdûrrahman Yarar de girtin û Yarar bin çav kirin.
11:20 28/9/2016
 
Ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê kampanya
Xwendekarên kurd ên Kampusa Cebeciyê ya Zanîngeha Enqereyê, feraseta dewletê ya ferzkiriniyî û perwerdehiya wê yî tekzimanî red kirin û ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.
11:05 28/9/2016
 
Pêla girtin û binçavkirinê
Li navçeya Wêranşarê di serdegirtinên malan de xebatkarê şaredariyê Mehmet Ekîncî hat binçavkirin. Li Sêrt û Xinûsê jî 6 kes hatin girtin.
10:47 28/9/2016
 
Parçeyên balafira ket di destê gerîlayan de ne
Li herêma Garê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê balafirek ket. Li gorî agahiyan, hin ji parçeyên vê balafirê di destê gerîla de ne.
10:24 28/9/2016
 
DÎHA cara 46’emîn hat astengkirin
Saziya Ragihandin û Agahiya Teknolojiyê, gihandina ajansa me cara 46’emîn asteng kir.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN