DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

10:15 03/10/2016
 
Egîtîm Sen: Ji ber sendîkavaniyê em di hedefê de ne
Hevserokê Şaxa 1'mîn a Egîtîm Sena Amedê Îkram Atabey diyar kir ev êrîşên li ser wan pêk tên ne nû ne û ew ji ber xebatên xwe yên sendîkavaniyê tên darizandin.
09:23 03/10/2016
 
Îhlalên li girtîgehan rê li pêş îsyanê vedikin
Heveroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Bahar Oktay, diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan roj bi roj duqat zêde dibe û li kawişên 8 kesî 15 kes dimînin. Oktay, da zanîn ku zêdebûna binpêkirinên li girtîgehan rê li pêş îsyanan vedike.
09:22 03/10/2016
 
‘Darbe bi ser ketiba jî dê heman tişt bihatina serê me'
Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, dest nîşan kir ku bi îlankirina OHAL’ê re pîvanên huqûqê hatine serobinkirin û pêkanînên niha xwe didin der ji yên Qanûna Bingehîn a derbeya 12’ê Îlonê jî wirdetir in û wiha nirxand, “Derbe bi ser ketiba dê heman tişt hatibana serê me'
09:21 03/10/2016
 
Hewce be dê hunerê li kuçeyan pêşkeş bixin
Şanogeran girtina Şanoya Bajêr a Şaredariya Êlihê şermezar kirin û destnîşan kirin ku huner tenê di nav çar dîwaran de nayê pêşxistin û hewce be dê hunera xwe li kuçeyan pêşkeş bikin.
09:20 03/10/2016
 
Dê rastiyan ji çapemeniya azad bişopînin
Welatiyên girtina televîzyon û radyoyan şermezar kirin, diyar kirin ku dê rastiyan ne ji çapemeniya îktîdarê ji çapemeniya azad fêr bibin.
09:20 03/10/2016
 
Xaniyan li ber çavên malbatan xera dikin
Hêzên dewletê yên ku heta niha taxa Sûrê ya Hasirliyê xera kir, niha jî xaniyên taxa Savaşê xera dikin. Xaniyên li taxa Savaşê li pêş çavên welatiyan tên xerakirin.
09:19 03/10/2016
 
‘Divê gel li televizyonên xwe xwedî derkevin'
Wekîlê HDP'ê Muslum Dogan, têkildarî girtina televîzyon û radyoyên muxalif diyar kir ku hişmendiya darbeyê didome û xwest gel li televîzyon û radyoyên xwe xwedî derkevin.
09:19 03/10/2016
 
Koçber bû lê dev ji kare xwe berneda!
Êzîdî yê 62 salî Saîd Îlyas piştî ku çeteyên DAİŞ’ê êrîşî Şengalê kir tevlî malbata xwe koçber bû û hat li kampa penaberên Êzîdî ya li Amedê bi cih bû, karê xwe yê ku ji 1993’an de dike li vir di hûndirê kon de berdewam dike.
09:18 03/10/2016
 
Piştî bazarganiya sînor, bazarganiya çek û teqemeniyê dest pê kir
Li Hatayê qaçakçîtiya teqemeniyên ji boriyên galvanîzkirî tê çêkirin, li gel di navbera Suriye û Tirkiye diwarekî 77 kîlometre hatiye çêkirin jî berdewam dike.
09:06 03/10/2016
 
Pergala dewletê red kir û tev li refê azadiyê bû
Endama YPS'JIN'ê Evzane Çalişir ku pergala dewletê qebûl nekir, got "Heta gelê me ne azad be, ev cîhan ji bo me tarî ye" û tev li refê azadiyê bû. Dayika Evzane Çalişir Şukran Çalişir, diyar kir ku piştî keça wê xwe nas kir berê xwe da çiyê.
09:05 03/10/2016
 
Xirîstiyanên Kuseyrî ji ber şer bi fikar in
Xirîstiyanên Kuseyr ên bi sedan salan li herêma Altinozu ya Hatayê dijîn, ji ber şerê li ser sînor dijwar dibe bi fikar in. Xirîstiyanên ku di nava şer de dimînin diyar dikin ku naxwazin ji cih û warên xwe bibin û çanda wan tune bibe.
08:34 03/10/2016
 
Eutelsat Med Nûçe TV'yê digire
Karsaza pêykê ya fransewî Eutelsat, ji Med Nuçeyê xwest îro saet di 10:00'an de weşana xwe rawestîne.
08:32 03/10/2016
 
Lîstîka 'Qayde û Îstîsna' rastî eleqeyek mezin hat
Lîstîka bi navê 'Qayde û Îstîsna' ya derket pêşberî temaşevanan eleqeyeke mezin dît.
17:56 02/10/2016
 
Xebatkarên Van TV: Em dê heta dawî di nobetê de min
Xebatkarên Van Tv û Dogu Radyo ku 2 rojin li ber avahiya xwe di nobetê de ne, diyar kirin ku heta mafê xwe bi dest bixin dê nobeta xwe bidomînin.
16:58 02/10/2016
 
DAIŞ'ê 3 roket avêtin Kîlîsê
Endamên DAIŞ'ê ku li axa Sûriyê bi cih bûne 3 roket avêtin bajarê Kîlîsê.
16:52 02/10/2016
 
Çete li Cereblusê bi hev ketin
Li gundewarên Cerablusê çeteyên girêdayî Tirkiyê bi hev ketin. Fermandarek û bi dehan çete hatin kuştin.
16:45 02/10/2016
 
HPG'iyan êrîşî barageha leşkerî kirin
Li bajaroka Rûbarokê ya Şemzînanê gerîllayên HPG'ê êrîşî barageha leşkerî kirin.
16:38 02/10/2016
 
Kurkçu: Divê HDK xwe ji nûve bi rêxistin bike
Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu, diyar kir ku tene hêza alternatif a li dijî diktatoriya Erdogan HDK ye û xwest HDK ji nûve xwe bi rexistin bike û muxalefeta civakê pêş bixe.
16:12 02/10/2016
 
Xebatên Radyo û televizyonên hat girtin dewam dike
Xebatkarên televizyon û radyoyên di çarçoveya KHK’yan de hat girtin bê rawestîn karên xwe dikin. Xebatkarên ku her sibe diçin ser kar peyama berxwedanê dan.
16:07 02/10/2016
 
Qetilkirina sewalan hat şermezarkirin
Parazvanên mafên sewalan bal kîşandin li ser binpêkirina mafên sewalan û gotin ku her sal nêzî 150 mîlyar sewal bi sedema xureka mirovan tên qetilkirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN