18:16 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											 Çalakiya rûnisştinê ya Rêxistina DBP'a Amedê ya li dijî operasyonên qirkirina siyasî dest pê kiribî, di roja 5’emîn de bi dawî bû. 
 
										 | 
									
										
									
										17:26 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											 Bernameya taybet a ku Stêrk TV'yê ji bo alîkarî û piştgiriya bi gelê Şirnexê re amade kirî saet 20.00'an destpê dike.
										 | 
									
										
									
										16:33 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											Çeteyên DAIŞ`ê bajaroka Daqbiq û Soran radestî çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide kir.
										 | 
									
										
									
										16:28 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											Welatiyên ku duh li Dêrikê hatin binçavkirin  û ji wan agahî nedihat girtin hate hînbûn ku li Qereqola Cendirmeyan a Artukluyê tên girtin. 
										 | 
									
										
									
										15:45 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											Navenda Giştî ya Komeleyên Elewiyên a Demokratik (DAD) li Dersimê bi lokme û niyazan vebû. 
										 | 
									
										
									
										15:20 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) ya Êlihê piştgirî da parêzera OHD'î Fatma Demîrer a ku li Civîna Giştî ya Baroya Îzmîrê de bi kurdî Tahîr Elçî bi bîr anî û rastî êrîşê hat. 
										 | 
									
										
									
										15:03 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											Geliyê Ahpanos a di navbera navçeyên Pîlemûriyê û Pulurê tê bombebarankirin. 
										 | 
									
										
									
										14:52 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											Di teqina li Dilokê de 3 polîs mirin û 8 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexeşxaneyen der û dorê.
										 | 
									
										
									
										14:25 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											Hevşaredarê Lîzê Mehmet Tanriverdî hat binçavkirin. 
										 | 
									
										
									
										14:12 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											Li Colemêrg û navçeya Geverê, walîtî û qaymeqamtiya ku ji bo cihên endamên meclisên şaredariyên ên DBP’î qeyûman digerin nikarin tu kesî bibînin. 
										 | 
									
										
									
										13:43 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											 Leşkeran dema li ser riya Colemêrg-Wan karê paqijkirina mayînan dikir teqînek pêk hat û di teqînê de leşkerek mir.
										 | 
									
										
									
										13:33 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											 Li taxa 500 Evler a Dîlokê polisan bi ser malekê de girt û di serdegirtinê de teqîn pek hat. Hat zanîn ku di teqînê de birîndar jî hene. 
										 | 
									
										
									
										13:25 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											 Şaredarê bi qeyûmê tayînî Şaredariya Erdîşê hat kirin, Keya Mehmet Şefik Dogu tayînî şûna endamê meclîsê kir. Keya piştî hat tayînkirin rastî êrîşa çekdarîhat û hat kuştin. 
										 | 
									
										
									
										13:02 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di kongreya HDP'e ya Artukluyê de, girtina Zarok Tv şermezar kir û diyar kir ku girtina Zarok Tv tunekirina zimanê kurdan û înkara hebûna kurdan e. 
										 | 
									
										
									
										12:55 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											Di Civîna Giştî ya Baroya Îzmîrê de parêzer a OHD'î  Fatma Demîrer a ku bi kurdî Tahîr Elçî bi bîr anî û rastî êrîşê hat wiha got: "Axaftina jinekî ya bi kurdî û Tahîr Elçî bi bîr anîn, di heman demê de rexnekirina AKP'ê ew aciz kirin."
										 | 
									
										
									
										12:19 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											 Li Cizîrê pîr û kalê 70 salî Fatma Tag û Abid Tag bi îdaya "alîkarî daye rêxistinê" hatin girtin.
										 | 
									
										
									
										12:18 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											Xwendekarên Zaningeha Yuzuncu Yilê yên şert û mercên yurda zanîngehê şermezar kirin rasti erîşê hatin. Polîsan di êrîşê de 2 xwendekar binçavkirin. 
										 | 
									
										
									
										11:49 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											 Li Cizîrê 3 xebatkarên şaredariyê yên ku 3 roj berê hatibûn binçavkirin hatin berdan.
										 | 
									
										
									
										11:48 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											Li gundê Mezra Şahîn ê di bin dagirkeriya Tirkiyê mayîn teqiye û 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Li aliyê din endamên DAIŞ’ê gundên Um El-Hoş û gundê Um El-Qura ên girêdayî herêmên Ezazê topbaran dikin. 
										 | 
									
										
									
										11:18 16/10/2016 | 
										
											
										 | 
										
											
											- Li Pulurê di encama qezeya trafîkê ya wesayîta zirxî de 3 leşker birîndar bûn.
										 |