11:56 05/1/2015 |
|
Endamên Lijneya Rêveberiya Komeleya Jiyanê ya bi Çolyakê re ya Başûrêrojhilat ji ber piştgiriya ku Şaredariya Peyasê ku dide endamên wan ên nexweş çûn serdana şaredariyê û plaketa spasiyê dan Hevşaredar Mehmet Alî Aydin.
|
15:46 05/12/2014 |
|
Meclîsa Şaredariya Pasûrê navên 57 tax û 374 kolanên navçeyê ligel navên tirk navên kurdî jî bên bikaranîn biryara girt.
|
20:49 20/11/2014 |
|
Welatiyên Şengalê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku neçar man axa xwe terk bikin û hatin li Amed û Bîsmîlê bi cih bûn, ji bo travamaya ku dijîn ji bîr bikin, di kampa ku tê de bi cih bûye ji bo wan pêşandana belgefîlm hat kirin.
|
15:24 15/11/2014 |
|
Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê standa ji bo xebatên abonetiyê vekirin û ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îmza kom kirin.
|
17:35 14/11/2014 |
|
Rêxistina DBP'ê ya navçeya Geverê di têkildarê amadekariyên kongreyê û geşedanên ku demên dawî li navçeyê de qewimî bi esnaf, bazirgan û rûsipiyan re hatin gel hev.
|
18:02 16/9/2014 |
|
Li taxa Firat a navçeya Bismila Amedê di malekê de ji ber qontaxa cêyranê şewat derket û mal ji binî ve şewitî.
|
14:29 15/9/2014 |
|
Rêxistina Partiya Heremên Demokratik (DBP) a Wanê dest bi amadekariya kongreya ku dê li 19'ê cotmehê li dar bixin kir.
|
16:50 14/9/2014 |
|
Li navçeya Dihê ya Sêrtê di saetên nîvro de TIR'a ku ji Dihê diçû navenda bajar, li ser rêka Sêrt û Dihê xirabû û rê li tirafîkê girt.
|
14:29 14/9/2014 |
|
Li Berwariya Sêrtê 2 komyonên ku di çêkirina rê de dihatin xebitandin ji hêla komek çekdar ve hatin rawestandin. Koma çekdar piştî ajokarên kamyonan bê bandor kirin û her du kamyon şewitandin.
|
20:15 29/6/2014 |
|
Ji bo Endamê HPG'ê Nurî Temel (Serdar Gewer) li Geverê konê sersaxiyê hate vedan.
|
11:33 27/6/2014 |
|
Gora Endama PKK'ê Miskal Kiziltaş (Zozan) a ku di sala 1995'an de li çoltarê navçeya Qaqizmanê ya Qeserê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û li navçeya Tozanê ya Îdîrê hatî definkirin hate ziyaretkirin.
|
14:01 26/6/2014 |
|
Ji Meha Remezanê re ku 2 roj mane, bihayên fêkî û zebze welatî bêzar kirin, esnafên bazaran jî anîn asta îflasê.
|
18:34 23/6/2014 |
|
Ji bo endamê PKK'ê Alî Şîmşek (Latîf Toraqa) ku di sala 2006'an de di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest da, li gundê Toraqa ya Milazgirê mewlûd hat dayîn.
|
17:58 23/6/2014 |
|
Ji bo endamê HPG'ê Abdullah Şahîn (Kendal Serhat), li gundê Pekran ya Dîgorê konê taziyeyê hat vekirin û mewlûd hat dayîn.
|
17:08 22/6/2014 |
|
Li navçeya Farqînê ya Amedê ciwanê bi navê Mîkaîl Gulmez (20) ê ku şevê din hate binçavkirin bi hinceta "alîkarî û hewandinê" hate girtin.
|
13:46 14/6/2014 |
|
Şaredariya Kopê, di çarçoveya projeya pirzimanî de li avahiya şaredariyê tabelaya kurdî û tirkî daliqand.
|
17:49 10/6/2014 |
|
Li ser sînorê Colemêrg, Herêma Federal a Kurdistanê û Îranê tevgera hewayî ya balafirên şer zêde bûn.
|
14:20 09/6/2014 |
|
Şaredarê navçeya Qubîna Êlihê yê berê Burhan Kurhan ê 43 salî di nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin de jiyana xwe ji dest da.
|
13:20 09/6/2014 |
|
BDP'ê, li navçeya Yuregîrê, du malbatên ku ev 2 sale di navbera wan de xwîndarî hebû bi xwarinek aştiyê li hev anî.
|
15:16 08/6/2014 |
|
Şaxa MEYA-DER'ê ya Êlihê 4'emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir.
|